Nûçeyên Iraqê

Artêşa Sûrî bi hevbendîyeke Kurdî nû derbasî Minbicê dibe

Artêşa Sûrî derbasî bajarê Minbicê yê sereke li bakur dibe ku ev yekemîn car e ji berî şeş salan roja Înê (28ê Kanûna Yekem), peyvdarekî di daxuyanîyeke televîzyonê de got.

Ev ragihandin piştî demeke kurt ji daxwaza Kurdan hat, ku ji rejîma Sûrî xwest ew hemberî êrîşên Turkîyayê yên gefkirî, raweste, AFP ragihand.

Peyvdarê artêşa Sûrî got ku alaya netewî li Minbicê hat hildan, bajarekî sereke ku dora 30 kîlomitreyî li başûrê sînorê Turkîyayê ye.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), hêza Kurdî ya sereke li Sûrîyayê, hefteya borî ji hêzên rejîmê xwest ku li deverên ku berî salekê jê vekişîyabûn, belav bibin û bi taybet Minbicê.

Daxuyanîyê ragihand ku "em hêzên hikumeta Sûrî vedixwînin... da ku kontrola xwe li ser deverên em ji vekişîyabûn teqez bikin, bi taybetî Minbicê."

Şervanên Kurdî hîna li wê deverê bi cih dibin ku beşke Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) in ên hevpemanîya navdewletî piştevanîya wan dike, ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin.

Bêhtirî 300 hêzên hikumetê li bajarê Minbicê belav dibin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Nûra Hamid, cîgira serokê desthilata Minbicê ya xwecihî, ji AFP re got ku "hêzên rejîmê dê derbasî bajarê Minbicê bixwe nebin, lê belê dê li ser xetên sînor belav bibin."

Nûra got ku hêzên hevpeynmanîya Amerîkî û Fransî yên li wir, li çeperên xwe ne û pagerên xwe berdewam dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500