Nûçeyên Iraqê

Amerîka şerê asmanî li Sûrîyayê berdewam dike, pêşeroja vê yekê jî ne xuya ye

Artêşa Amerîkayê bi kêmanî dê pêngava xwe ya asmanî heta demeke kurt li Sûrîyayê berdewam bike, Pantagon roja Pêncşemê (20 Kanûna Yekem) got, piştî serok Donald Trump serkeftina li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihand.

Trump ragihand ku hemû hêz dê ji Sûrîyayê werin vekişandin, lê belê wî behsa pêngava asmanî nekir, ya ku Amerîka û dewletên hevpar di nav de Fransa û Brîtanyayê çend salan di çarçoveya wê de armancên DAIŞê bombebaran dikirin li seranserê welat.

Peyvdara Pantegonê Fermandar Rêbîka Rebarîç got ku Amerîka dê şerê xwe yê asmanî berdewam bike û leşkerên Amerîkê li Sûrîyayê ne -- lê belê wê ne anî ziman ku dê pêngav berdewam bike yan na.

Rebarîç ji AFP re got ku "madem hêzin li ser rûyê erdê hene, dê Amerîka êrîşinan bo piştgirîkirina hêzên me pêk bîne."

Rebrîç da zanîn ku "ji bo çi hêzên ku piştî Amerîkayê werin, em dê tiştekî derbarê operasyonên pêşerojê de texmîn nekin."

Berpirsekî Berevanîya Amerîkayê ji AFP re ragihand ku "tiştekî zelal derbarê rewşa pêngavê de tune ye."

Berpirs got "tiştê em di pêngava asmanî de dikin xwe dispêre rewşa li ser rûyê erdê, herwiha xwe dispêre helwestên hevpar û alîgirên ku şer li dijî DAIŞê didomînin."

Fransa û Birîtanya ragihandin ku ew dê operasyonên xwe li dijî DAIŞê berdewam bikin.

Van çaxan, du serokên siyasî yên mezin ên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ku şerê DAIŞê li Sûrîyayê dikin roja Înê li Parîsê ne bo danûstandinan bikin derbarê vekişîna leşkerî ya Amerîkayê de.

Hevbendîya Erebî-Kurdî ji Fransa piştgirîya leşkerî û diplomatîkî xwest, Îlham Ehmed got, hevseroka Meclisa Sûrîyaya Demokratîk (MSD), sîwana QSD ya siyasî.

Wê herwiha got ku serokên MSD ditirsin "kontrola" li ser tundrewên bîyanî yên di girtîgehên Kurdên Sûrîyayê de ne ji dest bidin, eger DAIŞê vekişîna Amerîkayê bo dîsa xwerêxistin bike bi kar bîne, yan eger Turkîya bêhtir bi gefên xwe yên li dijî herêma Birêveberîya Xweser a Kurdî bi pêş ve biçe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500