Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşeke DAIŞê li ser zevîyên neftê li Selahedînê dişkîne

Sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin di êrîşeke terorî ya binketî de li ser du bîrên neftê li zevîyên neftê yên Alasê, li başûrê Tekrîtê, polîsê Îraqî li parêzgeha Selahedînê ragihand.

"Hêzên ewlekarî yên hevbeş êvara Çarşemê (19ê Kanûna Yekem) êrîşeke terorîst a ku çend çekdaran pêk anî têk birin, çekdaran hewl da ku agir berdin du bîrên neftê bi rêya bombeyan," serokê Polîsê Parastina Sazîyan, eqîd Ehmed Ebdul Setar, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên Îraqî bi wan pevçûn, sê ji wan kuştin û yên din neçar kirin ku birevin, û da zanîn ku çekdaran "nekarîn heta sûrê ewlehî yê zevîyên neftê derbas bikin, û dema me pêjina wan kir ew 500 metran dûr bûn".

Wî got ku dest li ser otombîleke mişt çek hat danîn, "û lêgerîn li terorîstên mayî yên revîyan berdewam e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500