Nûçeyên Iraqê

Turkîya, Îran û Rûsya careke din hewlên xwe bo dariştina makzagoneke nû ji Sûrîyayê re dixin tevgerê

Turkîya, Îran, Rûsya û NY roja Sêşemê (18ê Kanûna Yekem) hêvîya xwe anîn ziman ku komîteyeke erkdar bi dariştina makzagoneke nû bo Sûrîyayê de di destpêka sala bê de dest bi karê xwe bike, AFP ragihand.

Hikumeta Sûrî, ya Mosko û Tehran piştevanîya wê dikin, hîn komîte nepejirandiye, û dibêje tenê ew dê piştgirîya nûkirina makezagona Sûrîyayê ya heyî bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergê Lavrov -- ku hemkarê wî yê Îranî Mihemed Cewad Zafir û yê Turkî Mevlut Cavusoglu li dora wî bûn -- daxuyanîyeke hevbeş xwend piştî danûsatandinên bi şanderê NY bo sûrîyayê Stafan de Mistura re.

Lavrov got ku Rûsya, Îran û Turkîya piştevana opozîsyonê "li hev kirin ku xebatinan bikin bi armanca ku yekem rûniştina komîteya dariştina makzagonê ya li Cinêvê di destpêka sala bê de be."

Komîte bûye tewera xebatên aştîyê yên NY li Sûrîyayê û armnca wê sazkirina hilbijartinan e, da ku ew karibe rûpela şerê heft salî yê wêrankar derbas bike.

De Mistura, yê dê weke şanderê NY heta roja 7ê Kanûna Duyem kar bike, pesnê "destwerdanên hevbeş ên giring" ên hersê dewletan da.

Lê belê Amêrîka roja Sêşemê got ku armanca sereke ew bû ku komîte di 2018an de bê pêkanîn.

"Sazkirina komîteyeke dariştina makzagon ya piştrast û hevseng bi dawîya salê re li Cinêvê gaveke giring e bo peydakirina çareserîyeke siyasî ji vî şerî re," peyvdarê Wezareta Derve ya Amêrîkayê Robert Paladyano li Waşintonê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500