Nûçeyên Iraqê

Bi dehan mûşekên DAIŞê li rojavayê Îraqê tên desteserkirin

Hêzên Îraqî yên hevbeş di operasyoneke ewlehî de dest danîn ser zêdetir ji 100 rokêtên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Enbarê îro Pêncşemê (13ê Kanûna Yekem) ragihand.

Agahîyên ku xelkê dabîn kirin rê da hêzên ewlekarîyê ku cihê veşartgeha çekan nas bikin.

"Hêzên artêşê û Ajansa Dijî Terorê dest danîn li ser komgeheke jêrzemînî li Zawyayê, li rojavayê Remadîyê, li nêzî çemê Feratê, ku dora 105 rokêtên xwemalî yên bi medayên cuda, heta dora 10 kîlometran dihundirandin," fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku dest li ser teqemenî, bombeyên bidestçêkirî, têlên teqînan hat danîn, û veşartgeh hat wêrankirin û rokêt bo devereke dûrdest hat veguhestin bo werin teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500