Pênc endamên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) di operasyoneke ewlehî de li ser sînorê bajarokê Beacê li rojhilatê Îraqê hatin girtin, polîsê parêzgeha Nînewayê roja Sêşemê (11ê Kanûna Yekem) ragihand.
"Hêzên ewlekarîyê yên hevbeş êvara Duşemê du operasyonên hevdem li Beacê pêk anîn û pênc endamên DAIŞê girtin yên di tawanên terorî cih girtibûn berî sê salan," serokê polîsê Nînewayê emîd Hamid Namis Cibûrî ragihand.
Cibûrî anî ziman ku operasyon li ser bingeha agahîne hewalgirî pêk hat, û da zanîn jî ku polîsê dema wê bi wî awayî destnîşan kir daku milîtan ji avahîyên ku tê de dijîyan nerevin.
"Çekên sivik û bombeyên destî bi wan re hatin desteserkirin," wî got.