Bêhtir ji %70 niştecihên xwecihî yên parêzgeha Kerkûkê vegerîyan deverên xwe, parêzer Rakan Cibûrî roja Yekşemê (9ê Kanûna Yekem) eşkere kir.
"Bêhtir ji %70 ji niştecihan ên li [hindir] vegerîyan herêmên xwe yên rizgarkirî li başûr û rojavayê Kerkûkê, herwiha em kar li ser vegerandina kesên mayî jî dikin," Cibûrî di konferanseke çapemenîyê de li paytextê got.
Cibûrî anî ziman ku planek hat pêkanîn bo hemû birêveberîyên parêzgehê vegeran niştecihan hêsan û bi lez bikin, di rêya çareserkirina hemû astengîyan, nûavakirina xizmetguzarîyên kehrebê û avê û herwiha paqijkirina hemû paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) daku plana seqamgîrîkirinê serkeftî be.