Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewleke derbasbûna bi dizî ya DAIŞê ji Sûrîyayê têk dibin

Hewleke derbasbûna bi dizî ya çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Sûrîyayê bo Îraqê hat çepelkirin, Fermandarîya Operasyonên Badîya û Cezîrayê ya Artêşa Îraqî îro Înê (7ê Kanûna Yekem) ragihand.

"Artêşa Îraqî û Lîwayê 2yê yê Pasvanîya Sînor rê li ber hewleke çend terorîstên DAIŞê ya derbasbûna bi dizî bo xaka Îraqê girtin, terorîstên ku dixwestin sûdê ji rewşa xerab a keşûhewayê û bînahîya bi zehmetî li deverê wergirin," peyvdarê fermandarîyê, muqedem Hemêd Rubêî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî bi çekdaran re ketin di pevçûnan, yek birîndar kirin û yên din neçar kirin ku bi paş de vegerin Sûrîyayê," wî got, û dîyar kir jî ku çekdarê birîndar, yê ku Îraqî ye, hat girtin û ji ber tîmarkirinê bo nexweşxaneyê hat veguhestin, li jêr tedbîrên ewlehî yên tund.

Rubêî got ku ev duyem hewla derbasbûna bi dizî ye ku tê binxistin di kêmî heftîyekê de, ji ber "terorîstên DAIŞê hewl didin ji deverên sînorî yên Sûrî derbasî xaka Îraqê bibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500