Nûçeyên Iraqê

Şervanên QSD derbasî asêgeha DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê dibin

Şervanên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) derbasî asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser sînorê bi Îraqê re bûn, AFP îrPêncşemê (6ê Kanûna Yekem) ragihand.

Hevbendîya Erebî-Kurdî, bi piştevanîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî, ji Îlonê ve şer dikin bo derxistina DAIŞê ji molgeha li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê.

Lê QSD rastî zincîrek ji şikestinan hatibû, ji ber êrîşên dijber ên terorîstan û rewşa keşûhewayê ya ne baş ya ku bînahî tê de pir zehmet e.

Pêncşemê, fermanderekî QSD got ku hevbendîya wan karî derbasî molgehê bibe û karî beşê herî mezin ji bajarokê serekî yê deverê destê DAIŞê derbixe.

"Pevçûnên giran li nava bajarokê Hecînê diqewimin, paş ku hêzên me li nava bajarok bi pêş ketin û hinek tax xistin jêr kontrola xwe," Rêdûr Xelîl ji AFP re got.

QSD kodîdorên mirovî vekirine, û vê yekê rê da bêhtir ji 1,000 sivîlan -- bi piranî jin û zarok in -- ku di van çend rojên borî de ji Hecînê birevin.

Xelîl amaje kir ku DAIŞ sivîlan weke mertalên zindî bi kar tîne, û got ku dê korîdor vekirî bimîne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku QSD êrîşeke berfireh Sêşemê dest pê kir û bi dehan malbat karîn ji devera li jêr destê DAIŞê birevin.

Êrîş hevdem e ligel êrîşên asmanî û topbaranên dijwar ên ji alîyê hevpeymanîyê ve ji dema destpêkirina pêngava li Hecînê roja 10 Îlonê, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Ji Sêşemê ve, 34 tundrew di nav de sê xwekuj, û 17 şervanên QSD hatin kuştin di şer û pevçûnan de, li gorî Rewangehê.

"Rizgarkirina Hecînê tê wateya bidawîhatina DAIŞê," Xelîl got, û hişyarî da ku dê şanên razayî bimînin. "Operasyonên nehiştina wan dê demeke dirêj dom bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500