Nûçeyên Iraqê

NY ji Sûrîyayê dixwaze ku sedema mirina girtîyên şer zelal bike

Komîsyona Lêpirsînê ya NY bo karûbarên Sûrîyayê bang li Encumena Ewlekarî Çarşemê (28ê Mijdarê) kir ku fişarê li hikûmeta Sûrîyayê bike bo dayîna agahîyan ji malbatên girtîyan re derbarê çarenivîsakesê wendayî û girtîyan di cenga heft-salî de, AFP ragihand.

Paş civîneke ne fermî ya girtî bi endamên encumenê re, serokê komîsyonê got pir girîng e ku fişarê li hikûmeta Sûrîyayê bikin bo zelalkirina çarenivîsa wan, ew hewla ku meha Gulanê hat destpêkirin.

"Doza girtîyan û wendayîyan divê di qonaxa aştîyê de baş were nîqaşkirin, lê aniha dem guncan e bo vê yekê," Paulo Pinheiro, serokê komîsyona lêkolînkirina binpêkiriinên mafên mirov di cengê de, wiha got.

Di Gulanê de, polîsê serbazî û artêşê bo care yekem agahî dane ofîsên karûbarên sivîlan ên hikûmî li dor kuştîyan, vê yekê jî rê da malbatan ku ew qedera zarok û xizmên xwe bizanibin.

"Dewletê dest pê kiriye agahîyan dide, lê ew pir kêm in," endamê komîsyonê, Hanî Megalî wiha anî ser ziman.

"Mafê malbatan heye ku bizanin çi rû daye, û laşên wan li kû ne, û qedera wan çi ye."

Wî got ku divê rê ji rêxistineke navdewletî ya serbixwe re bê dayîn ku ew bigihe hemû girtîgehan bo piştrastkirin ka kî hîna di girtîgehê de zindî maye.

Komîsyon hêvî dike ku endamên encumenê, di nav de Rûsya, piştevana rejîma Sûrîyayê, karîbe ku hikûmeta Sûrîyayê han bide ku gavinan biavêje di çarçoveya bersivkirina daxwazên malbatên ku zarokên wan girtî ne yan wendayî ne de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500