Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY: 'Tu pêşketineke cidî' di warê makzagona Sûrîyayê de pêk nehatiye

Şanderê NY bo Sûrîyayê Pêncşemê (29ê Mijdarê) got ku "tu pêşketineke ku mirov bîne ser ziman nehatiye pêkanîn" di danûstandinên têkildarî dariştina makzagoneke nû bo Sûrîyayê li Kazaxistanê, makzagona nû jî weke gaveke girîng ber bi çareserkirina alozîya dûvdirêj tê dîtin, AFP ragihand.

Stafan de Mistura, yê ku meha borî got ku ew careke din hatiye destnîşankirin, heyama karê xwe weke şanderê aştîyê bi danûstandinên ku du rojan li Astanayê, paytexta Kazaxistanê dom kirin kûta kir.

Ofîsa wî di daxuyanîyekê de got ku şanderê taybet dibêje ku "tu pêşketineke mirov qala wê bike di pêvajoya ku 10 mehan dirêj kir bo pêkanîna komîteyeke dariştina makzagonê çênebûye", paş gotûbêjên bi sponserîya Turkîyayê, piştevana opozîsyonê, û Îran û Rûsyayê, piştgirên rejîma Sûrî.

Daxuyanîyê dîyar kir ku civîna li Astanayê pêk hat "derfetek bû ku ji dest çû bo damezrandina komîteyeke destûrî cihê bawerîyê, hevsengkirî, giştgîr, Sûrî-pêkhate û bi alîkarîya NY".

Gotûbêjên du-rojî, yên Pêncşemê bi dawî hatin, di gera xwe ya 11mîn de bûn li Astanayê, ji wê çaxa ku Moskoyê xebateke dîplomatî dest pê kir di destpêka 2017an de bo bidawîkirina şerê li Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500