Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyekî payeberz ê DAIŞê li Kerkûkê tê girtin

Serkirdeyekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ê weke "celad" tê naskirin, di operasyoneke ewlekarî ya hevbeş de li parêzgeha Kerkûkê hat girtin, polîsê Îraqî Çarşemê (21 Mijdarê) ragihand.

"Bi hevkarîya Ajansa Dijî Terorê, hêzên polîs derbasî avahîyeke niştecihbûyî bûn li rojavayê Kerkûkê ku serkirdeyekî payeberz ê DAIŞê bi navê Nesar Dîyaa li wir bû," eqîd Elî Temîmî yê fermandarîya polîsê Kerkûkê dike wisa ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku avahî bi temamî hat dorpêçkirin daku kesê gumanbar nereve berî ku ew bê girtin.

Nesar "di gelek tawanên terorî yên mezin de cih girtiye û li jêr navekî sexte xwe vedişart," Temîmî ragihand. "Tevî wilo, niştecihên xwecihî ew li deverê dîtin û wan cihê wî ji hêzên ewlekarîyê re ragihand."

Temîmî anî ziman ku "teqemenî bi Nesar re hatin dîtin, û da zanîn jî ku "ew dê bo dadgehê were radestkirin daku bersiva hemû tawanên ku wî kirine di salên borî de bide."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500