Êrîşên asmanî yên Îraqî 10 endamên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) li Dîyala û Selahedînê kuştin û sê asêgehên rêxistinê wêran kirin roja Yekşemê (18ê Mijdarê), peyvdarê Wezareta Berevanîyê emîd Yehya Resûl got.
Resûl di daxuyanîyekê de ragihand ku "artêşa Îraqî asêgeheke DAIŞê û çar motor li bakurê gola Hemrînê li Dîyalayê wêran kirin."
Resûl got ku "di sektorê operasyonên Selahedînê de, balafirên artêşa Îraqî 10 terorîstên DAIŞê kuştin, û du asêgeh û sê xendeq di nêvî çem de li nêzî gundê Kanûsê li Şerqatê wêran kirin."