Nûçeyên Iraqê

Teqîna otmbîlekê dibe sedema kuştina 5 kekan li Tekrîta Îraqê

Herî kêm pênc sivil di teqîna otomîlekê de li Tekrîtê hatin kuştin roja Yekşemê (18ê mijdarê), polîs û çavkanîyên bijîşkî ji AFP re ragihandin.

Otombîl li nêzî xwaringehekê li bakurê bajêr rawestîyayî bû, ku dora 175 kîlometran li bakurê Bexdaya paytext e.

Çavkanîyê got ku sê jin hatin kuştin, û 16 kesên din birîndar bûn.

Heta aniha tu alî berpirsyarîya xwe ji êrîşê eşkere nekiriye.

Tekrît nêzî 10 mehan li jêr hikumê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ma berî ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî wê di Bihara 2015an de vegerînin.

Di dawîya sala borî de, Îraqê ragihand ku ew di derxistina DAIŞê ji asêgehên bajarî de li seranserê welat bi ser ket.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500