Nûçeyên Iraqê

Tundrew 9 leşkerên rejîma Sûrî li nêzî Idlibê dikujin

Tundrewan roja Înê (16ê Mijdarê) neh leşkerên rejma Sûrî kuştin li nêzî herêma veqetîner, li derdora dawîn asêgeha opozîsyonê li welat, AFP ragihand.

Lihevkirineke ku di Îlonê de di navbera Rûsya û Turkîyayê de hatibû pêkanîn, armanc dikir ku herêmeke bêçek li dora herîma bakur-rojhilatê Idilibê, ava bike.

Lê belê pêkanîna vê yekê hat rawestandin, ji ber tundrewên ku %70 ji herêma veqetîner li jêr destê wan e, di vekêşîna ku gerek bû di nîvê Cotmehê de pêk hatiba bi binketin, û pevçûnên cihê herêm ji wê çaxê ve hejandine.

Sibeha Înê, komine tundrew êrîşî hêzên rejîmê kirin li bakur-rojavayê parêzgeha Hemayê li nêzî herêma veqetîner, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Neh leşkerên rejîmê û pênc êrîşker hatin kuştin" di êrîşê de, tiştê ku hişt hêzên rejîmê topxaneyê bi kar bînin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Yek ji êrîşkeran Huras el-Dîn e, ku girêdayî Qayîdayê ye, û wê bi eşkere lihevkirin red kir.

Para şêr li Idlibê di destê Tehrîr el-Şam de ye.

Li jêr lihevkirina 17ê Îlonê, gerek bû ku hemû çekdar û tundrewên li herêmê çekên xwe yên giran radest bikirana, di nav de Tehrîr el-Şam û Huras el-Dîn, herwiha gerek derketibana jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500