Nûçeyên Iraqê

Agahîyên niştecihan alîkarîyê dikin di têkbirina êrîşeke terorî de li başûrê Felûcayê

Êrîşeke terorîst bi bombeyên bidestçêkirî hate têkbirin di operasyoneke ewlehî de li başûrê Felûcayê li parêzgeha Enbarê, polîsê Îraqî îroj Sêşemê (6ê Mijdarê) ragihand.

"Li ser bingeha agahîne ku ji hêla niştecihekî xwecihî hatin pêşkêşkirin, polîs derbasî avahîyekî li başûrê Felûcayê bû û du terorîst giritin, ku bombeyên bidestçêkirî bi wan re bûn, ku wan plan dikirin wan li ser rêyên sereke û li deverên niştecihî biçînin," serokê polîsê Enbarê lîwa Kesar Erzayîc wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku polîs lipeygerînek bo destnîşankirina kesê gumanbar kir, ku tê payîn ew bi herdu terorîstan re kar kiriye yan alîkarî bi wan re kiriye.

Erzayîc anî ziman ku "niştecihê xwecihî yê agahî pêşkêş kirin dê xelatekê werbigire, çimkî jîyana gelek Îraqîyan parast, ên ku belkî qurbanîyên wan [êrîşan] bana."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500