Nûçeyên Iraqê

Fransa dixwaze 3 berpirsên Sûrî bigire ji bnebedîkirina sivîlinan

Fransa fermanên girtinê yên navdewletî derbarê sê berpirsên hewlagirî yên Sûrî yên payberz de derxistin ji ber mirina du welatîyên Fransî-Sûrî, AFP Duşemê (5ê Mijdarê) ragihand.

Ferman, ku serokê Ajansa Ewlehîya Netewî Elî Memlûk û du kesên din armanc dikin, têkildarî tawanên "hevkarîya di karên eçkencekirinê de", "hevkarîya di karên li dijî mirovatîyê de" û "hevkarîya di tawanên şer de" in, çavkanîyên qanûnî ragihandin.

Ferman di 8ê Cotmehê de derketin, lê roja Duşemê hatin ragihandin, li gorî Federasyona Navdewletî bo Mafên Mirov.

Berpirsên payeberz ên din ev in: Cemîl Hesen, serokê ajansa hêza asmanî ya hewalgirî ya Sûrî, û Ebdul Selam Mehmûd, berpirsê beşa lipeygerînê ya hewalgirîya hêza asmanî li balefirgeha serbazî ya Mezê li Şamê.

Ew bo Mazin û Patrik Debax tên xwestin, bav û kurê xwe ne, ku di Mijdara 2013an de hatibûn girtin û piştî grtina wan di girtîgehê de hatin nebedîkirin, Federasyonê anî ziman.

Vê havînê bi awayekî fermî mirina wan hate ragihand.

Di Hezîranê de, dozgerên Alman jî fermaneke rawestandinê ya navdewletî derbarê Cemîl Hesen de derxist bi tawana serperştîya eşkencekirin û kuştina bi sedên kesan.

Li Almanya û Fransayê, lipeygerîn belge girtin dest ên ku "Keyser", ku wênegirekî polîsê Sûrî yê berê ye pêşkêş kirine, ku sala 2013an ji welatê xwe bi 55,000 wêneyên kesên ku eşkence bûne revîya, çavkanîne qanûnî li Fransayê got.

Kilêmans Bêktar, parêzer û hevahengekî Federasyonê ye, roja Duşemê ragihand ku dawîn ferman "dupat dike ku dîwarê xelasbûna ji cizayê ya ku li dor berpirsên Sûrî ye li ser asteke bilind pêkane ku were şikandin."

"Ev gaveke nehatiye kirin bo pêkanîna dadkirinê ji malbata Debax re û bo naskirina -- di rêya dadwerine serbixwe re -- karên tund ên ku rejîma Sûrî li dijî girtîyan pêk tanî," wê û Patrîk Bodiwan, parêzerekî malbatê, di daxuyanîyekê de gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500