Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 2 endamên DAIŞê li Nînewayê digirin

Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin, ku yek ji wan di bidarvekirinên bi kom de rol gerandibû di dema dagirkirina rêxistinê ji Deşta Nînewayê re di 2015an de, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Duşemê (5ê Mijdarê) got.

"Hêzên Îraqî yên hevbeş operasyoneke berfireh pêk anîn li 16 gund û bajarokên başûr û başûr-rojhilatê Mûsilê di her du rojên dawîn de, û du endamên DAIŞê yên ku nasnameyên sexte bi kar tanîn girtin," fermandar Necim Edîn Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Cibûrî ragihan ku hêzan pênc veşartgehên DAIŞê jî dîtin, di nav de du tunêlên jêrzemînî, û da zanîn jî ku agahîyên ku niştecihên xwecihî pêşkêş kirin hişt yek ji wan veşaretgehan were dîtin.

"Veşartgeh hatin wêrankirin û dest li ser çek û teqemenîyên di hundir wan de hatin danîn," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500