Nûçeyên Iraqê

Pagerên hevbeş ên Amerîka-Turkîya li Minbica Sûrîyayê dest pê dikin

Hêzên Amerîkî û Tirkîdest bi pagerên leşkerî yên hevbeş kirin li bajarê Minbicê li bakurê Sûrîyayê Pêncşemê (1ê Mijdarê), Wezîrê Berevanîyê yê Turk ragiand, di çarçoveya kêmkirina alozîyê di navbera hevalbendên NATO de.

"Pagera hevbeş a li Minbicê di navbera hêzên çekdar ên Tirk û hêzên Amerîkî de îroj demjimêr 3:53 pm dest pê kir," Wezîrê Berevanîyê Hulusi Akar bi yasanasan re par ve kir, li gorî ajansa nûçeyan a Anadolê.

Bajar ji alîyê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ve, ku hevalbenda Amerîkayê ye, tê kontrolkirin.

Pager li derdora çemê Sajûr yên ku Minbicê û navçeya Cerablusê ji hev vediqetîne, pêk hat, komên opozîsyonê yên ser bi Tirkîyayê ve Cerbalus ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 201an de vegerand, AFP ragihand.

Di destpêka vê salê de, Tirkîya û Amerîka li hev kiirin ku QSD ji Minbicê vekişe.

Di çarçoveya nexşeya rê de, Wezîrê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû got ku li rêkeftin dê vekişîna QSD ji Minbicê misoger bike, pişt re dê Tirkîya û Amerîka bi hev re kar bikin li ser damezrandina hêzeke ewlekarî ya navxweyî û biryar bidin gelo kî dê bajar bi rê ve bibe.

Di heman demê de, hevpeymanîya navdewletî Pêncşemê ragihan ku ew hewl dide ku rewşa pevçûnan a di navbera Tirkîya û QSD de li Sûrîyayê "bi dawî bike".

"Em bi Tirkîya û QSD re di pêwendîyan de ne bo bidawîkirina vê rewşê," peyvdar Colonêl. Sean Ryan di twitter de ragiand.

Ev pêşketin rojekê paş rawestandina QSDê ji êrîşa li dijî DAIŞê li rojhliatê Sûrîyayê tê, paş ku Tirkîyayê pêgehên wê topbaran kirin.

Peyvdarê QSD Kîno Gabryêl ji AFP Pêncşemê ragihand ku dê operasyonên li hember DAIŞê li Sûrîyayê "bi awayekî demkî bên rawestandin" lê hîna hêzên QSDê di çeperên xwe de ne li navçeyê.

"Operasyonên êrîşbar hatin rawestandin, û operasyonên berevanî didomin. Hêzên me çeperên xwe ji alîyê berevanî ve xurt dikin," peyvdarê QSD ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500