Nûçeyên Iraqê

Çavdêrgeh: Kurdên Sûrîyayê piştgirîya enîya dijî DAIŞê dikin

Bi sedan şervanên Kurd gihaştin rojhilatê Sûrîyayê daku alîkarîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) di şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bikin piştî têkçûneke mezin heftîya borî, AFP îroj Sêşemê (30ê Cotmehê) ragihand.

Hevbendîya Erebî-Kurdî, ya hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wê dike, êrîşek di 10ê Îlonê de dest pê kir daku DAIŞê ji Hacîna li ser sînorê Îraqê derbixin.

Ew hêdî hêdî derbasî molgehê bûn a ku êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê piştgirîya wê dike, lê xwe hemberî bablîsok û şerekî tund dîtin di nav de xwekujerên bombekirî, tiştê ku hişt ew vegerin sifir roja Yekşemê.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov, herî kêm 72 şervanên QSD hatin kuştin di êrîşa li dijî DAIŞê de heftîya borî.

Koma çavdêrîyê got ku bi sedan şervanên Kurd, zilam û jin, gihaştin derdorên molgeha Hacînê ji wê çaxê de.

"Ji roja Yekşemê ve, bêhtirî du rojan, 500 şervanên Hêzên Taybet ên Kurdî, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê hatin şandin," serokê rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Ramî anî ziman jî ku çend hezar şervanên QSD bi rastî li herêmê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500