Nûçeyên Iraqê

Fransa hewl dide ku zarokên tundrewan ji Sûrîyayê bîne

Fransa kewl dide dora 150 zarokên tiundrewên Fransî yên hatine destnîşankirin ku li Sûrîyayê ne vegerîne welat, di demekê de ku newteweyên Rojavayî dixebitin bê ka çawa ew dê bi welatîyên ku çûne û tevlî tundrewan bûn bidin û bistînin, AFP roja Çarşemê (24ê Cotmehê) ragihand.

Berpirsekî Fransî, bi mercê kû navê wî neyê eşkerekirin, got ku Parîs dê zarokan vegerîne "her çi qas bi dest wê ve were, bi mercê ku dayîkên wan razî bin".

"Em dest pê dikin dinerin bê ka çawa ev yek dê here serî," çavkanîyê anî ziman.

Jêder got ku desthilatdarîyên Fransî tenê cihê hin zarokan destnîşan kiriye, yên dibe ku vegerin jîyana normal, lê qebûl nekir ku tu hejmarê par ve bike.

Rewşa 150 kesên ciwan hat eşkerekirin, kesên hin ji wan di kampan de girtî ne li bakurê Sûrîyayê, ya li jêr kontrola Kurdan piştî "Dewleta Îslmî" (DAIŞ) ji herêmê hat derkirin, rewşa wan hat eşkerekirin yan ji alîyê desthilatdarîya wê deverê yan jî ji alîyê malbatên wan li Fransayê.

Piranîya wan kêmî şeş salan in û li Sûrîyayê ji dayik bûne.

Dayikên wan zarokên dê werin vegerandin dê li Sûrîyayê bimînin, jêder got.

Mîna dewletên Rojavayî yên din ên dudilî ne ku tundrewan vegerînin ser xaka xwe, heta aniha dûre ku Fransa şervanên ku ji Fransayê derketine da ku şer bi DAIŞê re bikin, yan jinên ku derket da ku bi wan re bizewicin vegerîna welat.

"Divê ew kesên ku tawan li Sûrîyan û Îraqê kirin, li Sûrîya û Îraqê werin dadkirin," wezarera derve got.

"Yên biçûk rewşin awarte ne û rewşên wan dê bi awayekî cuda cuda werin sehkirin. Erkê me ye ku em bercewendîyên zarokan biparêzin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500