Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY pirsa makzagona nû ya Sûrîyayê bi Wezîrê Derve yê Sûrîyayê re nîqaş kir

Şanderê NY Stafan de Mistura, yê ku heyama hebûna wî di karê wî de bi dawî bûye, bi diplomatkarekî payeberz ê Sûrîyayê li Şamê Carşemê (24ê Cotmehê) civiya bo pêkanîna pêşketinkê di pirsa dariştina makzagonekê de bo qonaxa paş-şer, NY û medyaya fermî ya rejîmê ragihandin.

De Mistura heftîya borî ragihand ku ew dê dawîya meha Mijdarê dest ji karê xwe berde, lê wî got ku ew dê pêşî serdana paytexta Sûrîyayê bike bo bidestxistina pesendkirina rejîmê ji komîteya destûrî ya bi piştevanîya NY, li gorî AFP.

Ew bi Wezîrê Karê Derve Welîd Muelem re civîya, lê tu pêşketin berçav di warê destûr de pêk nehat.

"Me bi rastî û bi awayekî vekirî gelek nerîn têkildarî komîteya destûrî û proseya siyasî bi giştî niqaş kirin," de Mistura daxuyand.

De Mistura hêvî dikir ku pêkanîna komîteyê bo dariştina makzagonê dê berî destpêka payîzê amade be, lê dema pêwîst bo pêkanîna komîteyê zêdeyî pêşbînîyan dirêj kir.

Tê payîn ku komîte ji 150 endaman pêk bê: Şam 50 endaman dîyar dike, opozîsyon 50 endaman dîyar dike û 50 endamên din dê de Mistura wan destnîşan bike.

Şanderê NY got ku Şam li dijî pişka NY ye, ku ew ji nunerên civaka sivîl, serkêşên olî û yên êlan, pisporan û jinan pêk tê.

Rejîm teqez dike ku dê karê komîteyê "nîqaşkirina" makzagona heyî be, lê komên opozîsyon doza guhertinên kûr û bingehîn dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500