Nûçeyên Iraqê

Nasnameya Belcîkî ji tecnîdkarekî tundrewan tê standin

Kesekî gunehkar, ê hat dîtin li Belcîkayê ku tundrewan tecnîd dike, welatîtîya Belcîkî jê hat standin Sêşemê (23ê Cotmehê de), ev jî gaveke kêm caran hatiye pêkanîn, ku netewperwerên Flamanî dixwazin bi awayekî berfereh di haletên terorîzmê de bi kar bînin, AFP ragihand.

Fûad Bilqasim, ê 36-salî yê ku li Belcîkayê ji dêûbavin Mexribî re ji dayîk bû, di sala 2015an de, hukmê 12 sal zindan lê hat birîn, ji ber wî serkêşîya "komeke terorîst" bi navê Sharia4Belgium (şerîet li Belcîkayê) dikir, ya ku tundrew şandin Sûrîyayê.

Dadgehekê li Entwêrpê welatîtî ji wî stand ji ber "wî heta asteke mezin nikarîbû dilsoz be bi pêbendên xwe re weke welatîyekî Belcîkî û ew gefeke berdewam bû ji ewlehîya giştî re", medyaya Belcîkî ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500