Nûçeyên Iraqê

Êrîşa asmanî ya hevpeymanîyê pêgehên DAIŞê yên di êrîşkirina ser QSD de dihatin bikaranîn wêran kirin

Êrîşeke asmanî ya hevpeymanîyê Duşemê (22ê Cotmehê) çend avahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran kirin, ku wê ew bi kar tanîn di êrîşkirina ser Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) de li li gundê Sûsê li rojhilatê Sûrîyayê, Hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de ragihand.

Hevpeymanîyê got ku yek ji wan pêgehên DAIŞê mizgeftek bû, ku weke xaleke berevanîyê û navendeke fermandarîyê dihat bikaranîn.

Daxuyanîya hevpeymanîyê eşkere kir jî ku heft endamên DAIŞê yên ku hêzên hevparên hevpeymanîyê dikirin armanc kuştin.

"Piştî êrîşa asmanî ya duyem a hevpeymanîyê li ser xaleke leşkerî ya çalak ku bingeha wê mizgeftek bû di kêmî heftîyekê de, DAIŞ bê hêvî bû û dest bi bikaranîna cihên pîroz kir bo pêkanîna êrîşan li dijî QSD û hêzên hevpeymanîyê," daxuyanîyê eşkere kir.

Daxuyanîyê dîyar kir ku pişît çavdêrîyê bo kêmkirina xeterîya li ser sivîlan, êrîşa asmanî ya parêzî ya hevpeymanîyê avahîyên ku DAIŞê ew weke navendên fermandarîyê û xalên şer bi kar tanîn kirin armnac, û bi tenê çekdarên wê di wan xalan de hebûn.

Hevpeymanîyê got ku DAIŞ berdewam e di binpêkirina Rêbazên Cengê de û herwiha di bikaranîna cihên olî de, û dîyar kir ku ew dê berdewam be di armanckirina paşmahîyên DAIŞê de li Gelîyê Navîn yê Çemê Firatê, û daxuyand ku QSD pêşketinên xwe didomîne.

Ji alîyê xwe ve, peyvdarê hevpeymanîyê Kolonêl Sean Ryan ragihand ku êrîşa asmanî ya Pêncşemê ya hevpeymanîyê mizgeftek kir armanc ku weke "navendeke fermandarîyê û kontrolê" dihat bikaranîn.

"Li gor nirxandina me tenê çekdarên DAIŞê li navenda fermandarîyê amade bûn di dema pêkanîna êrîşa asmanî de," Kolonêl Sean Ryan li pirsa AFP vegerand, û dîyr kir "12 terorîstên DAIŞê" di êrîşê de hatine kuştin.

"Eger angaştinên bawerbar hene ku qurbanîyên sivîl hene, ew dê bên lêkolînkirin" Ryan got, têkildarî angaşteke Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov a dibêje ku êrîşên asmanî yên rojên Pêncşemê û Înê bûne sedema kuştina 41 kesên sivîl.

Li gorî Rewangehê, di êrîşa asmanî ya Pêncşemê de 18 sivîl hatin kuştin, hemû jî têkilîya wan bi çekdarên DAIŞê re hebû, û 11 çekdarên DAIŞê di êrîşê de hatin kuştin.

Hevpeymanîyê got ku wê roja Înê tu topbarankirin cîbicî nekirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500