Nûçeyên Iraqê

transên kehrebeyê amade bûn werin qaçaxkririn li biyabana Îraqê hatin desteserkirin

Îraqê dest danî ser 76 transên mezin ên kehrebeyê û alavên ku hatibûn amadekirin bo bi qaçaxî bo Sûrîyayê bên şandin, li Qaimê û biyabana wê li parêzgeha Enbarê, Wezareta Hundir Yekşemê (21ê Cotmehê) ragihand.

"Aytem -- transên kehrebeyê û alavên din ji çend bajarên [ÎraqÎ] û imbaran hatibûn dizîn -- û li deverekê li nêzî sînor hatibûn veşartin bo bi qaçaxî bo Sûrîyayê bên şandin," Wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê dîyar kir ku kesên di tawanê dê rol dîtine hatin girtin, û ew mukir hatin ku wan trans û alavine din li biyabana Qaimê veşartibûn, û ew hatin desteserkirin.

Daxuyanîyê ev agahî par ve kirin: tiştên hatibûn dizîn 76 transên kehrebeyê yên bi mêcer û celebên cuda , 135 insulterên germbar ên bi voltacên bilind, du galonên plastîk ên 70-litr ên mişt sûtemenîya transan, du betarî û du filterên sûtemenîyê bo navendên kehrebeyê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500