Hêzên Îraqî 11 endamên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) girtin li başûr-rojhilatê Mûsilê Pêncşemê (18ê Cotmehê), serokê polîsê Nînewayê, emîd Hemed Namis Cibûrî, got.
Li ser bingeha agahîne hewalgirî, hêzên hevbeş ên polîs û bersivdayîna lezgîn kesin girtin ku nav û nasnemeyin sexte bi kar tanîn, Cibûr wiha ji Diyaruna re got.
Cibûrî ragihand ku yek ji wan milîtanekî payeberz ê DAIŞê bû ku "pir metirsîdar" e.
"Kesên girtî, yên di 'ofîsa leşkeran' de kar dikirin, fermana girtinê bi wan derketibû li gorî madeya 4an a yasaya dijî terorê," Cibûrî anî ziman.