Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY bo Sûrîyayê dê meha werê dawî li karê xwe bîne

Şanderê NY bo Sûrîyayê Çarşemê (17ê Cotmehê) ragihand ku ew dê dawîya Mijdarê dawî li karê xwe bîne, piştî çar salan di vî postê girîng de.

"Ez dê di heftîya dawî ya Mijdarê de dawî li karê xwe bînim" Stîfan de Mistura ji Encumena Ewlekarîya ya NY re, di civîneke têkildarî qeyrana Sûrîyayê, got.

Diplomatê Itaî-Swêdî, yê ku di Tîrmeha 2014an de bû sêyem şanderê NY bo Sûrîyayê, got ku ew xwe dide alî ji ber "sedemên kesayetî" û wî planên xwe yên çûyînê bi Sekreterê Giştî yê NY, Antonyo Guteres re nîqaş kirine.

"Ez xwe ji berpirsyarîyên xwe nadim alî heta demjimêra dawî ya karê xwe," wî got.

De Mistura dê heftîya bê serdana şamê bike bo pêşvebirina xebatên pêkanîna komîteyekê bo lihevkirina li ser makzagonekê bo Sûrîyaya paş-şer.

Sûrîya xebatên bi piştevanîya NY bo pêkanîna komîteyeke dariştina makzagonê asteng dike, komîteya ku dê ji rayedarên hikûmetê, endamên opozîsyonê û nûnerên civaka sivîl pêk were.

De Mistura weke şanderê NY bo Sûrîyayê di Tîrmeha 2014an de hat destnîşankirin di cihê diplomatê Cezayirî yê bi ezmûn, Exder Brahîmî paş binketina danûstandinên li dor Sûrîyayê li Cinêvê.

Brahîmî du salan di vî postî de kar kir, di cihê serokê NY yên berê Kofî Enan de, yê ku paş şeş mehan xwe istîfa kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500