Nûçeyên Iraqê

QSD: Nehiştina DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê demeke dirêjtir ji ya pêşbînkirî jê re pêwîst e

Şerê binxistin û nehiştina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dê heyameke "dirêjtir ji ya pêşbînkirî dirêj bike", Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ji AFP re Sêşemê (16ê Cotmehê) ragihand.

Ev nirxandina nû hate holê paş ku NY haydarî da ku şerê li hecînê li parêzgeha Dêra Zora Sûrîyayê şopên xwe yên "wêranker" li ser jîyana bi hezarên sivîlan hiştîye.

Ev meheke ku Hevbendîya Kurdî-Erebî dest bi şer kiriye li ser veşargeh û asêgehên DAIŞê li Hecînê û gundên derdora wê, lê pêşveçûna li ser zemînê hêdî ye ji ber rewşa keşûhewayê ya xerab û ji ber ku tundrew pir li ber xwe didin.

"Dê operasyona serbazî ya li Hecînê demeke dirêjtir ji dema dihat pêşbînîkirin dirêj bike," Rêdûr Xelîl, fermandarekî bilind ê QSD ragihand. "DAIŞ sûdê ji rewşa keşûhewayê ya xerab dibîne, ku gelek pêlên tozê hene. Ew wiha dikarin xwe ji ber balefirên çavdêrîkirinê û taktîkên me yên din veşêrin ."

Xalîl daxuyand ku navçeya li derdora Hecînê berfireh û axeke rût e, "û zêdetirî molgehekê ye".

Xelîl dîyar kir ku QSD payîn dike ku dora 3,000 çekdarên DAIŞê li navçeyê hebin, û wan toreke berfireh ji xendeq û rêgiran avakiriye û gelek teqemenî çandine bo hêdîkirina pêşveçûna QSD.

"Piranîya çekdarên li navçeya Hecînê biyanî ne û ew di şer de bi ezmûn in," Xelîl got.

Hecîn yek ji dawîn asêgehên DAIŞê ye li Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500