Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 9 çekdaran li Selahedînê digirin

Hêzên Îraqî neh kesên gumanbar girtin û veşartgeheke ku heyberine cihêreng dihundirandin ku ji hêla "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) dihat bikaranîn vedîtin li Selahedînê, Navenda Medyaya Ewlehî Duşemê (15ê Cotmehê) ragihand.

Hêzine ji Fermandarîya Operasyonên Samerayê operasyonên girtinê di operasyoneke berfireh de pêk anîn li nêzî Samerayê, navendê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê got ku di êrîşê de, hêzên ewlekarîyê dest danîn ser çek, teqemenî û heyberine din ên DAIŞê, ku DAIŞê ew di êrîşên xwe baredar de ji deverên biyabana Selahedînê bi kar tanîn.

Daxuyanîyê anî ziman jî ku "ev heyber cilên serbazî yên yeker, alavên hevpêwendîyê, kartên SIM, derman, çenteyên serbazî û hinek heyberên din ên serbazî dihundirandin."

Herwekî artêş hawinek û vestekî teqîner dît di heman operasyonê de, ku ev operasyon lêgerîna beravên çemê Dicleyê li samerayê dihundirand daku nemana paşmahîyên DAIŞê li wir misoger bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500