Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke DAIŞê li Kermayê ji hev dixin

Şaneke terorîst a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operayoneke ewlehî ya hevbeş de hat jihevxistin li Kermayê, li rojhilatê Felûcayê, polîsê Îraqî li parêzgeha Enbarê Pêncşemê (11ê Cotmehê) ragihand.

"Ajansa Dijî Teror, Hêzên Bersivdayîna Lezgîn, û Yekîneyeke Hewalgirîyê ya Wezareta Hundir a Îraqî operasyoneke berfireh pêk anîn li sê deverên Kermayê," serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic wisa ji Diyaruna re got.

Erzayîc ragihand ku hêzên hevbeş neh endamên şaneke teror girtin ku êrîşine terorîst paln dikirin.

"Di çend heftîyan de me hewl da ku derbasî şanê bibin, û di dawîyê de me ew destnîşan kir û hemû endamên şanê girtin," wî got.

Erzayîc anî ziman jî ku “operasyon di rêya hevahengîyeke piştrastkirî re ya di navebra ajansên ewlekarîyê yên cihêreng de pêk hat.”

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500