Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 50 bombeyên çandî li Enbarê betal dikin

Du bergumanên bi terorê hatin girtin û 50 teqemenîyên bidestçêkirî hatin betalkirin li gelek deveran li parêzgeha Enbarê, Wezareta Hundir Sêşemê (9ê Cotmehê) ragihand.

"Yekîneya endazyarîya serbazî li Fermandarîya Rojhilatê Enbarê 25 teqemenîyên bidestçêkirî teqandin û 15 kîlometrên ducar paqij kirin li Reşadê (li bakurê Felûcayê)," peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Maen dîyar kir ku neh teqemenîyên bidestçêkirî û narincokeke destan li Reşadê hatin dîtin, û dest li ser 16 teqemenîyên bidestçêkirî hatin danîn li Elbû Xenferê û hatin betalkirin.

Wî got ku hêzeke hevbeş du kesên gumanbar bi terorê girtin, dema wan hewl dida di rêbenda Suqûr re derbasî Bexdayê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500