Nûçeyên Iraqê

Hêzên Turkîya û Amerîkayê rahînanê dibînin têkildarî pêkanîna pagerên hevbaş li Minbica Sûrîyayê

Hêzên Turkîyaya hevalbenda NATO û hêzên Amerîkayê dest bi rahînanên hevbeş kirine berî pêkanîna pagerên hevbeş li derdora bajarê Minbica Sûrîyayê, AFP Sêşemê (2yê Cotmehê) ragihand.

Minbic, berê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, lê ew aniha li jêr serwerîya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ye. QSD hevbendîyeke Kurd û Ereban e.

Li gorî rêkeftineke bi Amerîkayê re, Turkîyayê dest bi pagerên leşkerî li derdora Minbicê kir di Hezîranê de, û Amerîka jî bi cuda pagerên xwe pêk tanîn.

Aniha dê hêzên her du welatan bi hev re rahînanê li Turkîyayê bibînin bo pêkanîna pagerên hevbeş, peyvdarê Artêşa Amerîkayê, Klonêl Sean Ryan wiha got.

"Halê hazir, hîna ew pagerên cuda û hevahengkirî pêk tînin lê wan herwiha dest bi... rahînna hevbeş kiriye," Ryan eşkere kir, û dîyar nekir gelo dê kengî pagerên hevbeş dest pê bikin.

Hêzên Turk û Amerîkî sîstema têkilîyan û rêbazên hevkarîyê lêkolîn dikin û tevlî rahînana pijîşkî dibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500