Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrî hebûna Rûsyayê li herêma veqetîner napejirîne

Hevbendîyeke pir girîng li parêzgeha Idliba Sûrîyayê ragihand ku ew li dijî bicihbûyîna hêzên Rûsî ye li herêma bêçek ku li gorî rêkeftineke Turkya-Rûsya hatiye avakirin, AFP Duşemê (1ê Cotmehê) ragihand.

Rêkeftina ku meha borî hatiye wajûkirin rê dide avakirina herêmeke veqetîner li derdora Idlibê û cihê tundrûyan û çekên giran li wê tune ye.

Dê hêzên Turk û polîsê serbazî yê Rûsyayê herêma veqetîne biparêzin.

Enîya Rizgarîya Niştîmanî, ku hevbendîyeke bihêz e û Turkîya piştevanîya wê dike, û ew li Idlibê çalak e, destpêkê pêşwazî li rêkeftinê kir lê aniha ew bertek û redkirinan nîşan dide.

"Civîneke dirêj ligel hevalbendê yê Turk hat girêdan li dor xelên rêkefitnê, û bi taybetî hebûna Rûsyayê li herêma veqetîner," peyvdarê Enîya Rizgarîyê Nacî Mustefa derengîya Yekşemê ragihand.

"Me pirsname nîqaş kir, Enîya Rizgarîyê bi zelalê helwesteke nepejirandîbar li hember vê pirsê nîşan da," wî got, û da zanîn ku Turkyayê "soz da ku ev yek dê rû nede".

Rêkeftina li dor Idlibê roja 17ê Îlonê hat wajûkirin ji alîyê Serokê Rûsî Vladimir Putin û hevtayî wî yê Turk Recep Tayip Erdogan.

Li gorî rêkeftinê, divê hemû hêzên li herêma veqetîner çekên xwe yên giran radest bikin herî dereng 10ê Cotmehê û divê komên radîkal herî dereng 15ê Cotmehê vekişin.

Idlib li ser sînorê bi Turkîyayê re ye û gelek komên opozîsyonê yên hevrêk û hêzên tundrew lê deveran kontrol dikin, û şirovekar pêşbînî dikin ku ev rewş avakirina herêma veqetîner zehmet bike.

Piranîya devera ku dê herêma veqetîner lê pêk were li jêr kontrola Tehrîr el-Şam û şopînerên wê ye. Huras el-Dîn, ku komeke biçûk a ser bi Qaîdayê ve ye, rêkeftin nepejirand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500