Nûçeyên Iraqê

Amerîka dibêje ku ew dê li Sûrîyayê bimîne heta bidawîkirina hebûna Îranê, lê dibe hebûna wê ne bi awayekî leşkerî be

Heta ku hebûna Îran li Sûrîyayê hebe, Amerîka jî dê li wir dimîne, lê erk û mîsyona Amerîkayê li Sûrîyayê belkî ne tenê leşkerî be, rayedarekî pilebilind roja Pêncşemê (27ê Îlonê) ji AFPê re eşkere kir.

Li perawêza Komela Giştî ya NY, şanderê taybet yê Amerîkayê bo Sûrîyê, James Jafrey, lêdwanên berpirsyrên bilind ên dîyar kirin ku dema hebûna hêzan li Sûrîyayê vekirî ye bo berengarbûna Îranê.

Di bersiva pirsa gelo Serok Donald Trump vekişîna Amerîkayê bi nehiştina hêzên Îranî ve girê daye, Jafrey wiha got: "Serok dixwaze em her li Sûriyayê binheta wê dema ku şert û mercine nû peyda bibin."

Lê wî da zanîn ku ev yek nayê wateya ku teqez wê "hêz li ser zemînê" hebin.

"Bi gelek awayî em dikarin li meydanê bimînin. Em bi awayekî dîplomatîk li meydanê ne," wî got, û da zanîn ku tu bijareyên destnîşankirî tune ne.

"Mosyona yekîneyên li ser zemînê ew e ku 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) têk bibin" Jafrey got.

Nêzî 2000 leşkerên Amerîkayê li Sûrîyayê hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500