Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY xebatên dariştina makzagona Sûrîya paş-şer fişarê dike

Amerîka û gelek welatên Ereb û Ewropî Pêncşemê (27ê Îlonê) bang li şanderê NY kirin ku bi lez komîteyekê pêk bîne bo dariştina makzagonekê bo Sûrîyaya paş-şer re û daxwaz kirin ku ew raportekê li gor pêşketina amade bike herî dereng roja 31ê Cotmehê, AFP ragihand.

Wezîrên Derve yên her heft welatan civîyan di perawêza Komela Giştî ya NY bo nîqaşkirina serxistina prosesa sîyasî li Sûrîyayê, welatê ku şer lê derbasî sala xwe ya heştem bûye.

Di daxuyanîyeke hevbeş de, wan piştevanîya "pêkhatina bi lezûbez" a komîteyê kir bi serpereştîya Stîfan De Mistura, yê ku dê kar li ser dariştina makzagoneke nû bike û zemînê bo lidarxistina hilbijartinan xweş bike.

Her heft dewletan ji De Mistura xwest ku raportekê ji Encumena Asayîşa NY re berî 31 Cotmehê binivîse li dor pêşketinên bi wî re rû dane, û demeke dîyarkirî bo vê misyonê destnîşan kirin, li gorî daxuyanîyeke hevbeş.

Misir, Almanya, Urdun, Brîtanya tevlî Amerîka, Fransa û Erebistana Siûdî bûn û hişyarî dan "yên çareserîyeke serbazî dixwazin dê bi tenê di zêdekirina tirsa girjîyeke xeternak de bi ser bikevin".

De Mistura encumen vê mehê xeberdar kir ku nakokî di navbera hikûmetê û opozîsyonê re hene li dor pêkhatîyên komîteyê.

Lê belê şander got ku ew hêvî dike ku komîte karibe di heftîyên bê de dest bi kar dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500