Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke DAIŞê li Kerkûkê tê têkbirin

Polîsê Îraqî li parêzgeha Kerkûkê êrîşeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) i ser rêbendekê li Ebasîyê, li başûr-rojavayî Kerkûkê, pêk anîbû di saeteke derenge de ji roja Sêşemê (25ê Îlonê) têk birin.

Du terorîst hatin kuştin û şeş kesên din neçar bûn ku birevin, eqîd Fadil Hesen Obêdî ji polîsê Kerkûkê ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê êrîşeke çekdarên DAIŞê têk birin ku hewl didan xwe li rêbendekê bixin û derbasî Ebasîyê bibin dora saet 11:30ê duh," Obêdî wiha ji Diyaruna re got.

Obêdî anî ziman jî ku aniha hêz li pey şeş endamên ku revîyane dikevin, bi piştevanîya balefirên artêşa Îraqî yên serbazî.

Obêdî got ku "terorîstên DAIŞê yên hatin kuştin ew endamine xwestî bûn," da zanîn jî ku hinek ji wan kesên ku beşdarî êrîşê bûbûn hatin naskirin û aniha tên şopandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500