Şeş endamên toreke bazirganîkirina bi heyberên hişbir hatin girtin di operasyoneke ewlehîyê de li Bexdayê, Wezareta Hundir a Îraqî îroj Sêşemê (25ê Îlonê) ragihand.
"Hêzên ewlekarîyê komeke tirsnak girtin ku di bazirganîya heyberên hişbir de kar dikin li Bexdayê," peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen ji Diyaruna re got.
Lîwa Maen got ku çar kîlogram ji heyberên hişbir û bêhtir ji 20,000 dermanên hişbir bi wan re hatin dîtin.
Maen dîyar jî kir ku "ev ji mezintirîn torên ku berpirsîya heyberên hişbir dike ye li paytextê, û endamên wê li jêr lêpirsînê ne daku têkilîne din ku li cem wan hebe, nas bikin."
"Operasyon, li Bexdaya Nû pêk hat, li ser binghea hevkarîya xwecihîyan û ajansa hewalgirîyê," wî ragihand.