Nûçeyên Iraqê

4 endamên DAIŞê hukimê buhirandina jîyanê di zindanê de li wan tê birîn li Îraqê

Dadgeha Tawanê ya Navendî li Bexdayê roja Yekşemê (23ê Îlonê) hukimê buhirandina jîyanê di zindanê de li çar tawanbarên ku bi polîsê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re kar dikin li parêzgehên Kerkûk û Nînewayê birî.

"Tawanbar di tiştê bi navê Polîsê DAIŞê yê Îslamî de dixebitîn piştî ku sund bo rêxistinê xwarin û perwerdeyek di Şerîyet û leşkerîyê de dîtin, li gorî mukirhatina wan," peyvdarê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqî dadwer Ebdul Setar Bêriqdar wiha di daxuyanîyekê de got.

"Tawanbaran xelateke darayî wergirtin ji rêxistinê û cilên koma Qendeharê li wan kiribûn," wî got.

Wî anî ziman jî ku "dadgehê belgene baş dîtin bo tawanbaran pê hukim bikin li gorî madeya 4an a qanûna dijî terorê ya jimare 13 a sala 2005an û herwiha birîna hukimê buhirandina jîyanê di zindanê de li wan."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500