Nûçeyên Iraqê

DAIŞ rojnamevanekî Îraqî li Tekrîtê dikuje

Hêzên Îraqî roja Sêşemê (18ê Îlonê) termê rijnamevanekî Îraqî dîtin ku ji hêla endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibû revandin roja Duşemê li nêzî Fatîhayê li bakur-rojhilatî Tekrîtê, polîsê Îraqî got.

Milîtanên DAIŞê rêbendeke sexte ava kiribûn li ser rêya bilez a Becî- Kerkûkê û rojnemevanê bi navê Wîsam Hesen Obêdî revandin û herwiha apê wî gava ew ji Kerkûkê vedigerîyan Becê, cîgirê serokê polîsê Selahedînê emîd Xelîl Remel di daxuyanîyekê de got.

Remel anî ziman ku apê yê rojnemevan dikarîbû birevîya piştî saetekê ji revandina wan.

"Li saet 6:00 êvarî (Sêşemê) hêzeke polîsê ya xwecihî termê qurbanîyê dît, ku dest û çavên wî girêdayî bûn, û gule li ser û singa wî ketibûn," wî got.

Obêdî di gelek rojname û ajansên nûçeyan yên xwecihî de kar kiribû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500