Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşartgeheke çakan a DAIŞê dibînin li Enbarê

Veşartgeheke çekan û kargeheke çekirina bombeyan li Elbû Elî Casimê hatin dîtin li Girava Remadîyê, li parêzgeha Enbarê, Fermandarîya Operasyonên Enabrê îroj Duşemê (17ê Îlonê) ragihand.

"Artêşê veşartgeheke çekan dît di operasyonekê de ku li Elbû Elî Casimê hate pêkanîn, veşartgeh bi dehan çekên navîn û sivik, mûşekên li ser milan û cebirxaneyê dihundirandin," lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Wî got ku "di dema teftîşkirina cih de, hêzên artêşê tunêlek bi dirêjahîya 200 metran dîtin ku kargeheke çekirina bombeyên bidestçêkirî, narincok, û davên teqîner ên cihêreng dihundirîne," da zanîn jî ku hemû tiştên di hundirê tunêl û veşartgeha çekan de hatin desteserkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500