Nûçeyên Iraqê

Elmanîya dibêje ku ew amade di nûavakirina Sûrîyayê de beşdar bibe

Elmanîya amade ye ku beşdarîyê di nûavakirina Sûrîyayê de bike eger çareserîyeke siyasî ku zemînê bo pêkanîna hilbijartinên pak xweş bike pêk were, Wezîrê Derve Hêko Maas Înê (14ê Îlonê) ragihand.

"Eger çareserîyeke siyasî ya ku zemînê bo hilbijartinên azad xweş bike peyda bibe, wê demê em dê amade bin ku di nûavakirinê de erkdar bin," Maas di Twîter de ragihand.

"Bercewendîya me di Sûrîyayek aram û seqamgîr de ye. Lewra, nûvakirin girîng e. Û roleke me ya girîng tê de heye."

Di heman demê de, Maas da zanîn ku daxwaza Elmanîyayê ji Rûsyayê ew e ku Serok Beşar Esed ji pêkanîna êrîşeke berfereh li Idlibê bi paş de vegere, AFP ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500