Nûçeyên Iraqê

Şaneke razayî ya DAIŞê li Mûsilê hat jihevxistin

Hêzên ewlekarî li parêzgeha Nînewayê şaneke razayî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Mûsilê têk birin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqê Çarşemê (12ê Îlonê) ragihand.

"Rêveberîya hewalgirîya serbazî ya Firqeya 20ê operasyoneke parêzî ya astbilind pêk anî û di encamê de şaneke razayî ya DAIŞê li taxa Şûra li Mûsilê tê bir," wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê dîyar kir ku hemû endamên şanê hatin girtin, û da zanîn ku wan di çend tawan de rol gerandiye û wan pilana hinek êrîşên din dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500