Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 3 stargehên DAIŞê, û 2 tunêlan li nêzî Kerkûkê wêran dike

Operasyonên ewlekarîyê Duşemê (10ê Îlonê) di berbangê de li başûr-rojavayê parêzgeha Kerkûkê sê stargeh û du tunêlên jêrzemînî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dîtin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqê ragihand.

"Hêzên Îraqî sê stargehên û du tunêlên DAIŞê wêran kirin di operasyoneke hevbeş a bi dîqet de di navbera hêzên artêşê û hêzên Polîsê Federal de li başûr-rojvayê Kerkûkê di çarçoveya planekê de bo ewlekirina van deveran û nehiştina peydabûna şanên DAIŞê," peyvdarê fermandarîyê, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

"Avêjereke rokêtan, çekên cihêreng û qasên mezin ji teqemenîyan hatin destserkirin, û du gumanbarên ji ber terorê tên xwestin di operasyonê de hatin girtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500