Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY bo Sûrîyayê "amade ye biçe Idlibê" bo alîkarîyê bike di derxistina sivîlan de

Şanderê aştîyê yê NY bo Sûrîyê îroj Pêncşemê (30ê Tebaxê) ragihand ku em amade ye biçe Idlibê bo alîkarîyê bike di misogerkirina karîna sivîlan a derketina di korîdoreke ewleh re hevdem ligel tirsên ji êrîşeke hikûmetê bo vegerandina dawîn herêma li jêr kontrola çekdarên opozîsyonê, AFP got.

"Ez careke din amade me... ji alîyê kesayetî û bedenî ve ku ez bi xwe tevlî bibim... bo piştrast bikim ku korîdoreke demkî dê berdest be û garantîkirî be bo xelkê daku ew karibin vegerin warên xwe dema ev rewş bi dawî bibe," Stîfan de Mistûra li Cinêvê ji nûçegihanan re got.

Lêdwanên wî tên di demekê de ku tirs hene hikûmeta Sûrîyayê, bi piştevanîya Rûsyayê, di tevgerê de bo pêkanîna êrîşeke berfireh bo vegerandina Idlibê.

Idlib, a ku hevsînoê Turkîyayê ye, penageha nêzî sê milyon kesî ye, ku nîvê wan çekdarên opozîsyonê û sivîlên ku bi kom ji deverên din hatin veguhestin çaxê ew ketin jêr kontrola serbazên Sûrî de piştî êrîşên dijwar.

Pêkanîna êrîşeke serbazî ya berfireh dê kabûseke mirovî bîne holê ji ber ku tu deverên li jêr kontrola opozîsyonê nemane li Sûrîyayê ku xelk bo wan werin veguhestin.

"Idlibeke din tune ye," de Mistûra got, û pêdagirî li ser hewcedarî bi misogerkirina karîna sivîlan a derketina bo deverên nêzîk ên li jêr kontrola hikûmetê kir, ligel garantîkirina mafên wan têkildarî rêzgirtina wan dema ku ew bigihêjin wan deveran.

"Bi rastî ew dê trajîdî be ev dawî... bo cengeke herêmî di nav Sûrîyayê ye, em dê dîdvanên trajîdîya herî bizdêner a mezintirîn hejmar ji xelkê bin," wî got.

"Ew dê gelek trajîdî be di vê qonaxê de, piştî dîtina heft salên zehmet (ên cenga Sûrîyayê)."

Zêdetirî 350,000 kes hatiye kuştin û bi milyonên kesan malên xwe terikandin ji dema destpêkirina cenga Sûrîyayê de di sala 2011an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500