Nûçeyên Iraqê

Nîgeranîya NY zêde dibe derbarê rewşa sivîlan li Idlibê

Çend balyozên Encumena Ewlekarî ya NY roja Sêşemê (28ê Tebaxê) nîgeranîya xwe derbirîn kirin derbarê çarenûsa sivîlên li parêzgeha Idlibê ya Sûrî, AFP ragihand.

Piştî civîneke encumenê derbarê rewşa mirovî li Sûrîyayê, wan hişyarî ji serencamên êrîşa rejîma Sûrî ya pêşbînkirî li ser bakur û rojavayê welat da.

Balyozê Swêdê li Encumena Ewlekarî, Karl Skau, hişyarî da "ev yek dê encamin bobelatbar bîne holê û dibe ku ber bi bobelateke mirovî ve bibe".

John Gingm, berpirsekî bayebilind bi Ofîsa NY re ya bo Hevahengîkirina Kar û Barên Mirovî (OCHA) got ku çavdêran "rewşeke mirovî ya xirab" li bakur û rojavayê Sûrîyayê di hefteyên bûrî de dît.

Cuda, Linda Tom, nûnereke OCHAyê li Şamê ye, got ku çi êrîşeke bibe dibe ku bobelat be, wê hişyarî da ku dibe 800,000 kes bêwar bibin û mêjera alîkarîyên mirovî yên tên xwestin "dibe ku bi awayekî mezin zêde bibe".

Cîgera balyozê Frensayê Anne Gueguen got ku Frensa "gelekî nîgaran e" ji ber nîşanên êrîşa Sûrî ya berfereh li Idlibê, û dubare kir ku her bikaranîneke çekên kîmawî dê bibe sedema bersivdana leşkerî ji alîyê Waşinton, Parîs û Londonê.

Balyozê Brîtanî Karin Pierce li wir hişyarî da ku "tu alîkarîya nûavakirinê dê nebe heta ku proseyeke siyasî ya bawerbar û berdewam çênebe" li Sûrîyayê.

Amerîka "gelekî nîgare ye derbarê gefaên ku dibe sivîl rastî wan werin eger rejîm û hevalbendên xwe êrîşeke berferehtir çêke li Idlibê", Keley Kurie, ji şandeya dîplomasî ya amerîkî li NY got.

Amerîka "gelekî ditirse ku dibe rejîm careke din çekên kîmawî li dijî niştecîyên sivîl bi kar bîne weke beşekî ji êrîşa wê li Idlibê", wê got.

Lê şandeyê Rûsî berevanîya mafê rejîma Sûrî kir ku careke din parêzgehê vegerîne jêr kontrola xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500