Nûçeyên Iraqê

Civîna duyemîn a NY derbarê destûra nû ya Sûrîyayê de di meha bê de tê gerandin

Şanderê NY bo Sûrîyayê dê berpirsine payebilind ji komek dewletên Rojava û Rojhilata Navîn meha bê vexwîne bo giftûgoyên derbarê destûra nû ya Sûrîyayê de, AFP îroj Sêşemê (28ê Tebaxê) ragihand..

Şanderê Sûrîyayê Stîfan de Mistûra bi çêkirina komîteyekê bo danîna destûreke nû hat erkdarkirin, destûrekê bo weletakî ku şer ew pelixandiye.

Wî berê biryar daye ku di 11 û 12ê Îlonê de civînekê bigerîne li baregehên Ewropî yên NY li Cinêvê bi amadebûna berpirsine payebilind ji hêzên biyanî yên sereke yên piştevanîya projeyê dikin -- hikumeta Sûrî û alîgirên wê Rûsîya û Îranê, herwiha Turkîyayê, ya ku piştevanîya hinek komên opozîsyonê dike.

Û di roja Sêşemê de, peyvdara NY a bi navê Alesandra Velûçî got ku de Mistûra civîneke yek-rojî di 14ê Îlonê de gerandiye bi nûnerine ji Mesr, Fransa, Almanya, Urdin, Siûdîyê, Brîtanya û Amîrkayê re.

Velûçî got ku civînê bal kişandibû ser "bipêşveçûna prosesa siyasî" ya Sûrîyayê, "di nav de xebatên NY bo hêsankirina çêkirina komîteyeke destûrî".

De Mistûra got ku ew dixwaze komîteya destûrî çêbike berî civîna serokên cîhanê li Komeleya Giştî li New York di dawîya meha Îlonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500