Nûçeyên Iraqê

Îran û Sûrîya rêkeftineke nûavakirinê û berevanîyê wajû kirin

Wezîrên berevanîyê yên Îranê û Sûrîyayê rêkeftinek wajû kirin derbarê hevahengîya serbazî û nûavakirinê de, AFP îroj Duşemê (27ê Tebaxê) ragihand.

"Sûrîya di qonaxa qeyranê re derbas diçe û derbasî qonaxa nûavkirinê dibe," wezîrê berevanîyê yê Îranî Emîr Hatemî ragihand, li gor ajansa nûçeya a Tsnîm.

Hatemî di roja duyem a seredana xwe ya du-rojî de ye bo Şamê, û tê de wî "gotubêjên hûrayî" bi hemberê xwe Elî Ebdulah Eyûb û Serokê Sûrî Beşar Esed re encam dan, li gorî Tesnîm.

"Rêketina berevanî û teknîkî" rê dide "hebûna û beşdarîya" berdewam a Îranê li Sûrîyayê, Hetamî got.

Îranî bi berdewamî piştevanîya siyasî, diravî û serbazî bo Esed dabîn dike.

Li gorî Medyaya fermî, Esed ji Hatemî re gotiye ku divê Şam û Tehran "planên hevahengîyê yên demdirêj dabirêjin".

Ji ber awatên paş-cengê yên Îran û Rûsyayê û plana wan bo qayimkirina hebûna xwe li wir, pispor texmîn dikin ku ev yek bibe sedemaderketina girjîyan di navbera herdu walatan de ji ber ku her du dixwazin ku dest deynin ser mezintirîn pişkê ji destkeftîyên paş-cengê.

Hevdem, Serokê Fransî Emanwel Makron Duşemê got ku "vegera bo rewşa berê" li sûrîyayê, ya ku hişt Esed di desthilatdarîyê de bimîne dê "çewtîyeke namo" be.

Makron di gotarekê de îroj Duşemê hişyarî de ku piştî heft salan ji şer, Esed dike ku kirîzeke mirovahî ya taze li parêzgeha Idlibê pêk durist bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500