Nûçeyên Iraqê

Şaneke DAIŞê li Nînewayê tê têkibirin

Hêzên Îraqî şanek "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dîtin ku ji neh endaman pêk dihat di çend operasyonan de ku di demjimêrên dawîn de pêk hatin li deverine li hundir û deveyî Mûsilê, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Pêncşemê (23ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzên artêşê, bi alîkarîya Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî , heft endamên çalak ên DAIŞê girtin ku bi êrîş û operasyonên terorî yên cihêreng tawanbar in," Fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Bi rêya çavdêrîkirina berdewam bêhtir ji mehekê terorîst hatin girtin, tev çek û teqemenîyên bi wan re," wî anî ziman.

Wî got ku du endamên şanê karîn birevin, û da zanîn jî ku wêneyên wan li hemû rêbendan belav bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500