Nûçeyên Iraqê

Rûsya dibêje ku zêdetir ji 63,000 serbazan li Sûrîyayê şer kiriye

Rûsya 63,000 serbaz şandine Sûrîyayê di çarçoveya destêwerdana wê di alozîyê de, AFP îroj Çarşemê (22yê Tebaxê) ragihand.

Bi giştî 63,012 xebatkarên Rûsî "ezmûna şerkirinê" li Sûrîyayê wergirtin, Wezarta Berevanîya Rûsî di vîdyoyeke derbarê pêngava Rûsyayê bo piştgirîkirina rejîma Sûrîyayê de ji Îlona 2015an ve eşkere kir.

Ev hejmar ji 25,738 efseran and 434 ceneralan û herwiha 4,349 xebîrên topxaneyê û rokêtan pêk tê.

Di Kanûna Yekem de, Sercî Şoygû got ku zêdetir ji 48,000 kesên serbazî di êrîşa li Sûrîyayê de cih girtine.

Serok Vladimir Putin di Kanûna Yekem a sala par de ferman da hêzên xwe yên çekdar ku piranîya serbazên xwe ji Sûrîyayê vekişînin.

Lêbelê serokê Rûsî paşê zelal kir ku dê hêzên serbazî li Sûrîyayê bimînin "madem hebûna wan bisûd e" û ew plana vekeşînê nakin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500