Hêzên Îraqî endamekî payeberz ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûr- rojavayî Kerkûkê girtin li ser bingeha agahîne zilamên êlan li deverê, polîsê Îraqî li parêzgeha Kerkûkê îroj Sêşemê (21ê Tebaxê) ragihand.
"Hêzên ewlekarîyê Ehmed Tîbî girtin, ê bi navê Ehmed Hesba jî tê naskirin, ew endamekî payeberz ê DAIŞê ye ku bi operasyonê terorî tawanbar e," eqîd Riyad Obêdî, fermandarê polîsê Kerkûkê wisa ji Diyaruna re got.
Wî anî ziman ku "ê girtî di nava gundên başûr- rojavayî Kerkûkê de bi nasnameyeke sexte digeriya," da zanîn jî ku endamê DAIŞê teşeyê xwe guhert bi hewldaneke derketina ji deverê û reva derveyî Îraqê, li gorî mukurhatina wî.